Brîtanya: Di derbasbûna penaberan de rekor hat sikandin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedarên qada koçberiyê yên Brîtanyayê ve hatin ragihandin, hejmara penaberên ku ji Deryaya Manşê re di Ewropayê re derbas dibin, li gorî sala par 17 hezar kes zêde bûne.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku hejmara penaberên ku bi vê rêzbazê derbas bûne, di sala 2021ê de 17 hezar kes zêde bûne û gihîştine 45 hezaran û bi vî awayî rekor hatiye şikandin.
Li gorî ji aliyê rayedarên Britanyayê ve hatibûn ragihandin, hejmara penaberên ku di roja yekemîn a sala nû de derbasî welêt bûbûn, di sala 2022yan de 45 hezar û 756 koçber bûne ku bi rêyên qaçaxî derbas bûne û ev hejmar di sala 2020an de 28 hezar û 526 bûye.
Her wiha hat ragihandin ku di 22ê Tebaxê de 295 penaberan vê qenala derbasbûnê bi kar hanîne û ev hejmar wekî rekoreke rojane derbasî qeydan hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin