Çar welat li dijî Talîbanê ketin tevgerê!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Awûstralya, Almanya, Kanada û Hollanda bi hinceta ku rêveberiya Afganîstanê Peymana Têkoşîna Li Dijî Cêwaziya Jinan (CEDAW) binpê kiriye, wê li dijî rêveberiya Afganî pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Awûstralyayê da hat destnîşankirin ku Awûstralya, Almanya, Kanada û Hollanda bi hinceta ku CEDAW binpê kiriye, ji bo ku rêveberiya Afganîstanê li ber hiqûqa navneteweyî hesab bipirse, wê pêvajoyekê bidin destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li Afganistanê dikin ku beşdarî danûstandinên ku di çarçoveya Peymannameyê de hatine destnîşankirin bibe."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku mafên bingehîn ên mirovî yên jin û keçan ên li welêt bi "zexta sîstematîk" tên "teşhîrkirin" û "Em ê li ber xwe nedin û temaşe nekin ku rewşa li Afganîstanê bibe normalbûna nû."
Li gorî nûçeyên medyayê, eger hikûmeta Afganîstanê di nava 6 mehan de li ser maseya muzakereyê rûne, tê çaverêkirin ku mijar bibe Dadgeha Navneteweyî (ICJ).
Alîkarê Berdevkê Hikûmeta Demî ya Afganîstanê Hamdullah Fitrat di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de sûcdariyên li dijî rêveberiya wan red kir.
Fitrat îdia kir ku li Afganîstanê tu binpêkirinên mafên mirovan û cudakariya zayendî tune.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin