Çavusoglu: Sînorê Ewropayê ji sînorên 'basûr û rojhilatê Tirkiyê' dest pê dike

10 March 2020 15:25 0 dîtin
Çavusoglu: Sînorê Ewropayê ji sînorên 'basûr û rojhilatê Tirkiyê' dest pê dike

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî serdana Brukselê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku danûstandin li ser mijara peymana penaberan û çend mijarên din kirin, daxuyanî dan.

Çavuşoglu ji ajansa fermî ya Tirkiyê AAyê re li ser agirbesta Idlibê da xuyakirin, heger rejîma Sûrî agirbestê binpê bike û bipêşve here ew dê dîsa bi awayê leşkerî bersivê bidin û li ser hevdîtinên şeva borî bi serokên komisyona Ewropa re jî wiha got:

"Em di danûstandinên bi YEyê re derbasî qonaxeke nû bûn, lê ji bo têkiliyeke rasteqîne divê gav bên avêtin”

Çavuşoglu li ser mijara vekirina deriyan û şandina penaberan bi ser Ewropayê de jî diyar kir, "Hem dibêjin bila koçber neyên hem jî ti piştgiriyekê nadin. Şertên îro ji yên 2016an cûda ne. Em dikarin niha çi bikin bi YE re. Sînorên Ewropayê ji Yunanistanê dest pê nake, sînorên Ewropayê ji sînorên rojhilat û başûrî Tirkiyê dest pê dike. Me çawa derî vekiribin divê welatên din jî li gorî hiqûqa navdewletî kar bikin.”