Cebarî: Welatên herêmê hewil didin DAISê ji nû ve vegerînin

16 August 2019 16:24 0 dîtin
Cebarî: Welatên herêmê hewil didin DAISê ji nû ve vegerînin

PeyamaKurd - Serokê Komîteya Ewlekariyê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Azad Cebarî ragihand ku welatên herêmê ji bo jinûve vegerandina DAIŞê kar dikin. 

Azad Cebarî bal kişand ser valahiya emnî ya li Kerkûkê û got, ew valahiya emnî ya di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de bi qestî nayê çareserkirin û got, divê hikûmeta Iraqê di zûtirîn demê de, wê valahiya emnî li parêzgeha Kerkûkê tije bike, ku niha ew navçe bûye cihê grûpên veşartî yên DAIŞê. 

Cebarî destnîşan kir, welatên navçeyê amadekariyan dikin daku DAIŞê dubare çalak bikin û got: “Ew liv û tevgera ku niha li navçeyê heye, tenê ji bo amadekariya çalakkirina DAIŞê ye.” 

Azad Cebarî bi bîr xist ku piraniya gundên Kakeyîyan li sînorê navçeya Daqûqê ji xelkê xwe vala bûne û li şûna wan ereb têne bicihkirin û ev yek jî demografiya Kerkûkê diguherîne:

“Niha gundên Kakeyî yên sînorê Daqûqê nêzîk e ku bi temamî ji nîştecihan vala bibin, ew jî planeke ji bo bierebkirina navçey. Destek heye ku DAIŞê li vî sînorî bihêz dike, ji bo bêtir derxistina Kurdan ji navçeyê.” 

Cebarî herwiha diyar kir, beşek ji erebên hawirde, blok û keresteyên çêkirina xanî û malan birine gundên Kurdan û fermana çêkirina xaniyan jî wergirtine ku berî niha Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ew ferman dabû rawestandin.