Çekdarên girêdayî Tirkiyê û rejîma Sûriyê dîlên xwe pev guhertin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi ser Tirkiyê ve û hêzên hikûmeta Şamê, bi çavdêriya Wezareta Berevaniya Rûsyayê dîlgirtiyên xwe pev guhertin.
Hat diyarkirin ku çekdaran 5 leşker û efserên hêzên rejîma Sûriyê serbest hatin berdan ku di demên cûda de hatibûn dîlgirtin. Herwiha li beramberî wê jî rejîmê 5 çekdarên girtî radest kirin.
Li gorî zanyariyan pevguhertina dîlan a di navbera herdu aliyan de cara 5emîn e ku bi çavdêriya Wezareta Berevaniya Rûsyayê pêk tê.
Hêjayî gotinê ye, pevguhertina dîlan beriya lidarxistina gera nû ya danûstandinên Astanayê pêk hat ku di rojên 7 û 8 Tîrmehê de li Kazaxistanê tê lidarxistin.
Wezarê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî du roj berê di serdana xwe ya Tirkiyê de, lihevkirina bi Tirkiyê re li ser avakirina herêmeke bêleşker ragihandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin