Cenazeyê Baba Sêx îro bi merasîmekê tê vesartin
PeyamaKurd - Cenazeyê Şêx Xirto Hacî Îsmaîl ku bi navê Baba Şêxê Êzidiyan tê nasîn, bi merasîmekê wê li bajarokê Şêxanê were veşartin.
Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx, şeva borî li nexweşxaneyeke Hewlêrê di 87 saliya xwe de ji ber nexweşiyê wefat kir.
Li gor Rêveberê Karûbarên Êzîdiyan ê li Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî diyar kir, mirina Babe Şêx valahiyeke mezin di Civata Bilind a Rûhanî û Sîstema Ayînî ya Êzidiyan de derxist û wefata wî xemeke mezin e bo hemû Kurdên Êzidî.
Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx, 87 salî bû û bi nexweşiya gurçikê bû û vê yekê jî kar li ser dilê wî kiriye.
Babe Şêx roja Sêşemê ji Şêxanê bo nexweşxaneyeke Duhokê hatibû veguhastin, lê ji berê rewşa wî her girantir bûbû, ji bo nexweşxaneya Hewlêrê hatibû veguhestin.
Baba Şêx ji 1995ê vê serpereştî û xizmetê ji bo ola Êzidiyan dike.
Babe Şêx, berpirsê karûbarên dînî yê Êzidiyan bû û ew xwedî otorîteya herî bilind yê Êzidiyan bû. Li Şêxan ji dayik bûye. Ji binemala Şêx Fexredî Kurdî Edî ye. Babe Şêx di heman demê de berpirsê dibistana Laleşê bû.
Babe Şêx sê caran zewiciye û 10 zarokên wî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin