Cenazeyê Sêx Samo bi merasîmekê li Duhokê hat vesartin

20 January 2022 19:48 0 dîtin
Cenazeyê Sêx Samo bi merasîmekê li Duhokê hat vesartin

PeyamaKurd - Cenazeyê Şêwirmendê Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê bo karûbarên êzîdiyan û serokê binkeya Laliş ya rewşenbîrî Şêx Şamo li zêda wî hat veşartin.

Cenazeyê Şêx Şamo ku 18ê mehê li nexweşxaneyeke Enqerê koça dawî kiribû îro 20ê Çile gihîştibû Herêma Kurdistanê û bi merasîmeke Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî amadehî kiribû hatibû pêşwazîkirin.

Cenazeyê Şêx Şamo îro piştî nivîro li wargeha Xankê ya bajarokê Sêmêlê li parêzgeha Duhokê bi merasîmeke girseyî ya ayîna êzîdatiyê hat veşartin.

Şêx Şamo sala 1966an li wargeha Xankê ya Sêmêlê ji dayîk bûbû û sala 2014an ketibû parlementoya Kurdistanê bûbû.  Şêx Şamo ev demek bû şêwirmendê serokê hikûmeta Kurdistanê bo karûbarên êzîdiyan bû.

Şêx Şamo 20 roj berê bi koronayê ketibû û di çend rojên dawiyê de ji ber xerabûna tenduristiya wî li nexweşxaneyeke Enqerê ya Tirkiyê hatibû razandin û roja 18ê Çileyê 2022yan jî koça dawî kiribû.