Cenazeyê Ferda Cemîloglu li Diyarbekirê bi merasîmekê hat vesartin

02 September 2021 18:05 0 dîtin
Cenazeyê Ferda Cemîloglu li Diyarbekirê bi merasîmekê hat vesartin

PeyamaKurd – Cenazyê siyasetmedar, bazirgan û çalakvana civaka Kurd Ferda Cemîloglu ku du roj berê li nexweşxaneyeke Stenbolê koça dawî kiribû, li Diyarbekirê bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê Ferda Cemîloglu piştî ku 31 Tebaxê li nexweşxaneyeke bajarê Stenbolê yê Tirkiyê koça dawî kir ji aliyê malbatê ve ji bo bajarê Diyarbekirê hat veguhestin û îro 2yê Îlonê jî bi merasîmekê hat veşartin.

Di merasîma veşartina termê Cemîloglu de hejmarek siyasetmedar, dost, hogir û mirovên wê beşdar kirin.

Malbata Ferda Cemîloglu, xelkê Diyarbekirê ne ku bi eslê xwe digihin Silopiyayê. Malbata Cemîloglu ku wekî paşazade têne naskirin, piştî serhildana Şêx Seîdê Pîran sirgûnî Sûriyê hatibûn kirin.

Ferda Cemîloglu jî ji ber sirguniyê li Şamê ji dayîk bûye. Ew di temenê 14 saliyê de vegeriyabû Diyarbekirê. Ferda Cemîoglu çend salên dawî jî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê jiyana xwe dewam dikir.