Bi merasîmekê cenazeyê Mûsa Babaxanî hat vesartin
PeyamaKurd – Bi merasîmekê, cenazeyê endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) li goristana şehîdên Demokrat a Kurdistanê ya li bajarê Koye, spartin axê.
Îro 10.08.2021ê li goristana şehîdên Demokrata Kurdistanê ya li bajarê Koye, cenazeyê endamê komîteya navendî ya HDKê Mûsa Babaxanî, hat veşartin.
Mûsa Babaxanî roja Pêncşema borî li otêleke Hewlêrê hatibû kuştin.
Di merasîmê de sekreterê giştî yê HDKê Xalid Ezîzî destnîşan kir, bi şehîdbûna Mûsa Babaxanî rêbaza Kurdbûn û xebata HDKê ranaweste û em ê di rêbaza xwe de berdewam bin.
Herwaha eşkere kir, tawanê lêdana li rêveberên partiyên Kurdî û li gel wê jî xebata partiyên Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê, dê her berdewam be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin