Cenazeyê Pêsmergeyên bi bombeyên PKKê sehîd bûbûn li Duhokê hatin vesartin
PeyamaKurd – Cenazeyê Pêşmergeyên Kurdistanê yên ku doh ji ber teqîna bombeyên PKKê şehîd bûbûn, li Duhokê bi merasîmekê hatin veşartin.
Li devera Dînartê ya Akrê doh 15ê Îlonê danê êvarê, di encama teqîna bombeyên ji aliyê PKKê ve hatibûn çandin de du Pêşmergeyên Roj şehîd bûn û hejmarek Pêşmerge jî birîndar bûbûn.
Termê her du pêşmergeyên şehîd Îsmaîl Osman û Hemdî Cabir ên ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, îro Pêncşemê bi merasîmekê li goristana Şaxkê ya Duhokê bi axê hatin spartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin