Çeteyan, êrîsê sîberî birin ser sîrketên Amerîkayê û 70 mîlyon dolar xwestin
PeyamaKurd – Çeteyên ku êrîşê birin ser şîrketên Amerîkayê, bo şîrket karibin xwe bigihînin agahiyên xwe yên berê, bi miqdarê 70 mîlyon dolarî bitcoin xwestin. Li got nûçeya Hindustan Times ê; di 26 ê hezîranê de çeteya bi navê “REvil” ê, êrîşa sîberî biriye ser şîrketa Kaseyayê ku navenda wê Floridaye, bo agahiyan ji nuh de vegerîne ser hesabê wan, bi miqdarê 70 mîlyonî fidye xwestiye.
Çete bo malpera Happy Blog ê nivîsandiye û daxwaza xwe dubare kiriye. Eger daxwaza wan bê qebûlkirin, ragihandine ku şîrket di nav 2 sietan de dikare xwe bigihîne agahiyên xwe yên berê.
Şîrketa ewlehiyê ya navenda wê Slovakya yê ya bi navê ESET ê, raporeka lêkolînê belav kiriye û gotiye ji 10 şîrketan zêdetir şîrket ketine ber êrîşên sîberî.
Şîrketa ewlehiyê ya sîberê Huntress Labs, ragihandibû ku ji 200 şîrketan zêdetir yên Amerîkayê ketine ber êrîşên sîberî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin