Li Afganistanê êrîsê birin ser Sî’iyan: 6 kes mirin

01 December 2023 23:32 0 dîtin
Li Afganistanê êrîsê birin ser Sî’iyan: 6 kes mirin

PeyamaKurd – Li Afganistanê li eyaleta Heratê êrîşa çekdarî birin ser xelkê Şî’a û di encamê de 6 kes jiyana xwe ji dest dan. 2 kes ji wan mirovîn olî ne. Bûyer li eyaleta Heratê li devera Cebraîlê, piştî limêja înê, kesên ji taziyê dadigeriyan yên Şî’ayên Hazara, bi çekan êrîşê birin ser wan.

Ji bilî 6 kesên hatin kuştin 3 kesên din jî birîndar bûn. Piştî bûyerê xelkê Şî’a ji bo bûyerê protesto bike daket kolanan.

Talîbanê heya niha daxwuyaniyekî li ser mijarê nedaye lê xelkê Şî’a yê bi navê Hazarayan gelek caran dikevin ber êrîşên weha.