Li Afganistanê êrîsê ser tirbê kirin: 12 kes mirin

23 November 2024 21:36 0 dîtin
Li Afganistanê êrîsê ser tirbê kirin: 12 kes mirin

PeyamaKurd – Li bakûrê Afganistanê kesên hêj nasnama wan diyar nîne, êrîşê birin ser tirbeyekî li eyaleta Baghlanê li navça Nahrînê ye û di encamê de 12 kesan kuştin. Bûyer roja Înê qewimî.

Li gor ajansa rojnama Khaama Pressê; rêvebiriya Talîbanê bûyerê şermezar kiriye û gotiye:

“Ev, karê kesên tekfîraye ku rêtina xwîna Misilmanan tiştekî normal dibînin.”