Çima ku bi Kurdî axivîn êrîsî tîma keçên Batmanê kirin

11 June 2019 17:52 0 dîtin
Çima ku bi Kurdî axivîn êrîsî tîma keçên Batmanê kirin

PeyamaKurd – Tîma Futbolê ya Jinan a 1955 Batman Belediyespor ku li Kayseriyê bi Tîma Futbolê ya Gençlerbirligî re leyîst rastî êrîşa fizîkî hat.

Hat zanîn ku yariya futbolê ya navbera jinên Batmanê û Gençlerbirligiya Kayseriyê de bi têkçûna 1-0 a tîma Batmanê encam daye û tîma Kayseriyê ber bi şampiyoniyê ve gav avêtiye.

 Li gor parvekirinên medya civakî yên alîgirên tîma jinan a Batmanê, dema lîstika herdu tîman li sehayê dom dikir, tîma jinan a Kayseriyê helwesteke nijadperestî nîşanî keçên Kurd ên di navbera xwe de Kurdî axivîne re nîşan daye û heta lîstikvanên jin ên Kayseriyê êrîşa fizîkî jî li wan kirin.

Hêjayî gotinê ye, di parvekirinan de hatiye gotin ku hakemê maçê li dijî vê helwest û êrîşkariya tîma Kayseriyê derketiye û gotiye, Futbol yariyeke gerdunî ye, nabe tiştên wiha bibin.