Çînê, banga vegera ewlehiyê li Gabonê kir
PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Çînê, piştî ragihandina leşkeran a ku desthilatdariya Gabonê bi dest xistine, banga vegerandina nîzam û ewlehiyê kir.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, rayedarên Çînê bang li leşkerên ku Gabonê bi derbeyê kiriye bin kontrola xwe kir ku li herêmê aramî were parastin û ewlehiya Serok Alî Bongo were dabînkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Wang Vinbin di daxuyaniyekê de got ku “Em bang li hemû aliyên li Gabonê dikin ku li berjewendiyên bingehîn ên welat û gel binihêrin, nakokiyan bi diyalogê çareser bikin û di zûtirîn demê de nîzama asayî vegerînin.”
Li Gabonê, komek leşker îro piştî eşkerekirina encamên hilbijartina serokomariyê ketin avahiya televîzyona neteweyî û ragihandin ku wan dest daniye ser rêveberiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin