Çînê bo xazê 1,2 mîlyar kredî dolar da Tirkiyê

29 July 2018 14:33 0 dîtin
Çînê bo xazê 1,2 mîlyar kredî dolar da Tirkiyê

PeyamaKurd- Bo depokirina xaza xwezayî ya Tirkiyê li Sîlîvrî û Gola Xwê du depo hene u têra %20 depokirina xaza Tirkiyê dike. Bo zêdekirina kapasîteya her dû depoyan BOTAŞ û banka Çînê ya bi navê Banka Endustrî û Bazirganiyê ya Çînê (ICBC) rojekî berê zepta lihevkirinê îmzekirin. Wade 15 sal û miqdar 1,2 mîlyar dolar.

Wezîrê Xezîneyê û Darayî Berat Albayrak roja berê di ser hesabê xwe yê Tweeterê de gotibû paketa krediya Çînê ya bi 3,6 mîlyar dolarî, ji 1/3 wê bo alavên firehkirina depokirinê ye. Miqdarê 1,2 mîlyar dolarî bo 5 salan deyndayîn tine ye û bo 15 salaye.

Piştî firehkirina kapasîta depoya Gola Xwê miqdarê depoyê dê ji 1,2 mîlyar m3 ê derê 5,4 mîlyar m3 ê. Depoya Sîlîvriyê jî niha dikare 2,8 mîlyar m3 di xwe de bihewîne lê dê firehtir bêkirin.