Trump Çînê bi 300 mîlyar dolar baca gumrikê tehdîd kir

06 June 2019 22:30 0 dîtin
Trump Çînê bi 300 mîlyar dolar baca gumrikê tehdîd kir

PeyamaKurd-Serokê Amerîkayê Trump,bo rojnamevanan got ku ew dikare bi bihayê 300 mîlyar dolarî baca gumrikê bo Çînê deyne û Çînê tehdîd kir. Tevî vê tehdîdê, Trump got ku hêvî dike bi Çînê re peymanekî îmze bike. Trump weha got:

“ Di hevdîtinên me yên bi Çînê re tiştên balkêş çêdibin. Em ê bibînin dê çi bibe. Ez dikarim bacên gumrikê herî kêm 300 mîlyar dolar zêde bikim lê ez ê di wexteka baş de bikim.”

Trump negot ku dê bo kîjan malan baca gumrikê deyne.