Îran ji Rûsyayê 5 mîlyar dolar kredî distîne
PeyamaKurd- Wezîrê enerjiyê yê Îranê Riza Erdekaniyan got ku wê bo xeta trênê ya hesin û projeyên enerjiyê ji Rûsyayê 5 mîlyar dolar kredî bistînin. Meclisa Îranê di meha sibatê de biryara krediyê girtiye û bo destpêkirinê divê wezîr sibê seredana Rûsyayê bike û bi wezîrê enerjiyê bi Aleksandr Novak re hevdîtin bike.
Erdekaniyan ragihand ku krediya bistînin wê di çêkirina santrala elekrtîkê ya bi 1400 megavat de, ya eyaleta Hurmuzganê de û di îhyakirina xetên hesin yên trênê de bikarbînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin