Îran ji IMF ê 5 mîlyar dolar xwest
PeyamaKurd- Îran bi awayekî ecele ji IMF ê 5 mîlyar dolar pere xwest. Serokê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku wan bi sedema koronavîrusê ji IMF ê pere xwestine û eger pere nedin wan, wê bi sedema ku cudakarî dixin navbera dewletan dê sûcdar bin. Rûhanî di televîzyonê de, di dema civîna encumena wezîran de beyan da û got:
“Ez bang dikim rêxistinên navdewletî da wezîfa xwe bi cîh bînin. Em endamên IMF ê ne. Divê di nava endaman de cudakarî çênebe.”
Serokê banka navendî ya Îranê Abdulnasir Hemmatî di meha borî de, bo IMF ê name şandibû û birbîr xistibû ku di halên afetan yên ji nîşka de, bo welatên mexdûr bi awayekî bilez pere tê dayîn û di çarçoveya bernamê de 5 mîlyar dolar pere xwestibû.
Rêvebirekî IMF ê ragihandiye ku IMF di mijarê de bi Îranê re di nav têkiliyan de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin