Ciwanên Soresger bombeyên dengî avêtin mala Mehmûd Ûcê û Fesla Yûsûf

20 October 2022 22:17 0 dîtin
Ciwanên Soresger bombeyên dengî avêtin mala Mehmûd Ûcê û Fesla Yûsûf

PeyamaKurd – ‘Ciwanên Şoreşger’ an ku bi navê Tirkî ‘Devrimci Gençlik’ vê sibê ber destê sibê bombeyên deng avêtin mala endamê meheliya Hasekî ya meclisa Kurdî (ENKS) Mehmûd Ûcê û endama serokatiya ENKS (Eniya Niştîmanî Kurd li Sûriyê) ê Fesla Yûsûf. Mala Mehmûd Ûcê li taxa Kellasê ye û ya Fesla Yûsûf li taxa Ezîziyê ya bajarê Hesîça ye. Li ser êrîşê ji bo Rûdawê rêvebira ENKS ê weha got:

“Do bi şev siet li dora 2 an endamên ‘Devrimci Gençlikê’ bombeyekî deng avêtin mala min.”

Di mala Mehmûd Ûcê de gelek zeratr çêbûye û ji ber ne li malê bûne zerar negihaye can. Lê derî, pencere û dîwar heya klîma ji bombeyê zerar dîne.

Kesên ku bombe avêtin ji bo nên naskirin ser û rûyên xwe bi egalê pêçane. Li ser avêtina bombeyan malpera ‘Yekîtî Medya’ mijarê weha ragihand:

“Grûbek ji Ciwanên Şoreşger ya girêdayê PKK ê, piştî nîvê şeva borî bi bombeyên destan girtin ser mala Fesla Yûsif endama serokatiya ENKS ê û endamê meclisa mehellî ya Hasekî Mehmûd Ûcê li bajarê Hasekê. Li gor şahidan; ew grûba serçavgirtî bombeyên destan avêtine mala Fesla Yûsif li taxa Ezîziyê û mala Mehmûd Ûcê li taxa Kellasê.

Xesar tenê maddîne, derî û pencere şikestine. Dîwar qul bûne.”

Berya vê bûyerê roja çarşemê grûbekî ji 50 kesan bi Molotof kokteylan avêtibûn ser baregeha NY û WHO ê ya li Qamîşlo.