Colemêrg | Qedexeya çalakiyan heta 15 rojên din hat dirêjkirin
Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya çalakiyan heta 15 rojên din hat dirêjkirin.
Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyekê diyar kir, encamdana çalakiyên weke, meş, mitîng, xwepêşandan, belavkirina belavokan, konser, çalakiyên protestoyî, greva birçîbûnê, vegirtina çadiran, lidarxistina şano û sînevîzyon û hemû cûrên çalakiyên weke wan, heta 15 rojan hatin qedexekirin.
Qedexe ji sibê Yekşemê 31ê Çile destpê dike, heta 14ê Sibata 2021an berdewam dibe. Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, biryara qedexeyê çalakiyên fermî li xwe nagire û tenê rê dê bi çalakiyên bi destûra parêzgarî û qeymeqamiye bê dayîn.
Li Colemêrg û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê, demeke dirêj e qedexe tê dirêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin