COVID-19 | Li Rojavayê Kurdistanê 105 pêketin û 3 wefat hatin tomarkirin
PeyamaKurd – Li herêmên bin deshilata Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 105 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 3 kesan jî can da.
Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya amarên 24 saetên dawî de ragihand, kesek li Qamişlo, yek li Dêrazorê û kesekî jî li Hesekê ji ber koronayê can daye.
Herwiha hat diyarkirin ku 2 kes jî baş bûne û 105 pêketiyên nû jî 59 kes mêr in û 46 kes jin in ku li Hesekê: 21 kes, li Dirbêsiyê: 8, li Kobanê: 14, li Reqa: 28, li Tebqa: 32 û li Minbic jî 2 kes in.
Bi van hejmarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê û herêmên deshilata Rêveberiya Xweser, hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 10 hezar û 509 kesan, ya mirinan bû 392 kes û heta niha hezar û 329 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin