Dadgeha Brîtanyayê radestkirina damezrînerê Wikileaksê bo Amerîkayê red kir
PeyamaKurd – Dadgeha Brîtanî radestkirina damezrînerê WikiLeaksê Julian Assange bo rêveberiya Amerîkayê red kir.
Hat ragihandin ku daxwaza rêveberiya Amerîkayê ya radestkirina Assange ku bi hezaran belgeyên neper li ser WikiLeaksê belav kirine ji aliyê dadgeha Londonê ve nehatiye qebûlkirin û li ser vê biryarê jî li ber dadgehê alîgirên Assange pîrozbahî kirine.
Hat diyarkirin ku dadgerê dadgehê Vanessa Baraitser, gotiye ku ji ber deruniya wî wan ev biryar daye ku îhtimala zirarê bide xwe heye.
Assange 7 salan xwe sparitbû konsûlxaneya Ekvador ya li Brîtanyayê piştre hatibû binçavkirin. Li Amerîkayê bi hinceta yasaya ajantiyê heta 175 salan ceza jê re tê xwestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin