Dadgeha Destûrê ya Bilind di leha Trump de biryarê da
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ji serî de bo çareya koçberên di ser Meksîkayê de tên derbasî axa Amerîkayê dibin, bo pêşî li wan bigre dixwest ku di navbera Amerîka û Meksîkayê de dîwarekî ava bike. Bo dîwar ji meclisa Amerîkayê li dora 5,7 mîlyar dolar pere dixwest. Demokrat li hemberê avakirina dîwar derdiketin û pere nedan Trump.
Mijara perê ku pê dîwar bê avakirin vê carê ji wezareta bergiriyê hat veqetandin lê ket ber astendiya dadgehên asta jêr. Dosya çû dadgeha destûrê ya Amerîkayê û dadgeh biryarê bo avakirina dîwar da û bi vî awayî dê Trump karibe bi miqdarê 2.5 mîlyar dolarî pere bo dîwar xerc bike.
Di vê dozê de, biryara dawî bo Dadgeha Destûrê mabû û biryarê da ku Trump dikare wî pereyî bo avakirina dîwar xerc bike. Encama dadgehê 5 dengên erênî bo xerckirinê û 4 deng bi neyînî hat dayîn.
Donald J. Trump
✔
@realDonaldTrump
Wow! Big VICTORY on the Wall. The United States Supreme Court overturns lower court injunction, allows Southern Border Wall to proceed. Big WIN for Border Security and the Rule of Law!
Trump serkeftina xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir. Trump dê karibe bi wî pereyi 160 km sînorê Amerîkayê asê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin