Dadgeha Îranê cezayê zîndanê û sirgûnê da parêzerê Kurd Xusrew Elî Kurdî

30 November 2023 01:21 0 dîtin
Dadgeha Îranê cezayê zîndanê û sirgûnê da parêzerê Kurd Xusrew Elî Kurdî

PeyamaKurd – Parêzerê Kurd Xusrew Elî Kurdî bi xwe rûniştvanê bajarê Îranê yê Meşhedê ye. Li gor ragihandina Komela Mafên Mirovan Hengawê; dadgeh wî bi tewana propaganda ji bo muxalefeta Îranê tewanbar kiriye û dadgeha Îranê di gelek xalan de ceza daye Elî Kurdî.

Cezayê ku Dezgeha dadwerî daye Xusrew Elî Kurdî; wê salekî di zîndanê de bimîne, 2 sal sirgûn, 2 sal qedexeya derketina derveyê Îranê, 2 sal qedexeya kirina parêzgeriyê û 2 sal qedexeya çalakiyan ya di nav torên civakî de jê re hatiye dayîn.

Kurdî, di rûpela xwe ya taybet de gotiye ku wî bi sedema “propagande ya di berjewendiya grûpên opozisyona Komara Îslamî de” ceza danê û wî sirgûnê Nehbendanê ya parêzgeha Xorasan a Başûr kirine.