Dadgeha Pakistanê cezayê îdamê da Perwez Muserref

17 December 2019 19:01 0 dîtin
Dadgeha Pakistanê cezayê îdamê da Perwez Muserref

PeyamaKurd – Serokomarê berê yê Pakistanê Perwez Muşerref ku sala 1999an bi kotedayê hatibû ser kar, li dadgeha taybet a Îslamadê hat darizandin û bi tawana xiyanetê hat cezakirin.

Dadgeha Pakistanê ji bo Muşerref biryara xiyaneta li welat û û cezayê îdamê derxist.

Muşerref piştî kotedaya 1999an wek serokomar ji sala 2001an heta 2008an li ser deshilata Pakistanê bû.

Perwez Muşerref niha li bajarê Dubayî yê Emîratên Erebî dimîne û ji bo pirsgirêkên wî yên tenduristiyê destûra derketina wî ya derve hatibû dayîn.