Dadgeha Siûdî ji doza Qasikçî cezayê îdamê da 5 kesan

23 December 2019 15:17 0 dîtin
Dadgeha Siûdî ji doza Qasikçî cezayê îdamê da 5 kesan

PeyamaKurd – Serdozgeriya Erebistana Siûdî ragihand ku ji doza kuştina Cemal Qaşikçî li balyozxaneya Stenbolê ji bo 5 kesan cezayê îdamê hatiye sepandin.

Serdozgeriyê da xuyakirin ku ji ber kuştina Cemal Qaşikçî ji bo 5 kesan sizayê îdamê hatiye dayîn û ji bo 3 kesên din ên di kuştina wî de tiliya wan hebûye jî 24 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn.

Qaşikçî ku wekî muxalîfê rêveberiya Siûdî dihat naskirin û herwiha di rojnameyên Washington Post û Al-Arab News Channelê de wekî berpirs jî kar dikir, 2yê Cotmeha 2018an piştî ku çûbû konsûlxaneya Erebistana Siûdî ya Stenbolê li wir hatibû kuştin û aqûbeta termê wî jî hê nediyar e.