Daquq | DAISê bi hewanan çend binkeyên artêsa Iraqê bombebaran kir
PeyamaKurd – Şeva borî qaymeqamê qeza Daquqê diyar kir, çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê, bi hewanan çend binkeyên artêşa Iraqê yên li sînorê wê qezayê bombebaran kirine.
Qaymeqamê qeza Daquqê Luyis Fendî daye zanîn, şeva borî çekdarên DAIŞê li dora Çay a ser bi qeza Daquqê bi hewanan çend binkeyekî artêşa Iraqê bombebaran kirin.
Derbarê ziyanên canî yên wê bombebaranê de jî qaymeqamê Daquqê eşkere kiriye, heta niha li gor zanyariyên me, di bombebaranê de tu ziyanekî canî çênebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin