Hewla derxistina çend malbatên DAISê hat pûçkirin
PeyamaKurd – Hewla derxistina çend malbatên DAIŞê ji Kampa Holê, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser ve hat pûçkirin.
Li gor zanyariyan Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser diyar kir, wan hewleke derxistina çend malbatên DAIŞê ji Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bi awayekî qaçaxçîtî pûç kiriye.
Herwiha hat zanîn, hêzên ewlekariya navxwe barhilgirek şopandiye û derketiye ku 56 kes ji malbatên çekdarên DAIŞê tê de hebûn û ji wan 39 zarok û 17 jin. Li gor hêzên ewlekariya navxwe, wan ew 56 kes li gel qaçaxçiyê ku hewl daye wan derxîne, girtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin