DEM Partiyê kongreya xwe ya Amedê pêk anî: Pirsgirêka Kurd bi statuyê çareser dibe
PeyamaKurd – Rêxistina parêzgeha Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) îro li navçeya Peyasê ya Amedê 2yemîn kongreya xwe ya asayî pêk anî.
Di kongreyê dea Gulşen Ozer û Abbas Şahîn wekî Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê hatin hilbijartin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Amedê û gelek kesayetên din beşdarî kongreyê bûn.
“Bayindir: Wê tekoşîna azadiya Kurdistanê bidome
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di kongreyê de axivî û balê kêşa ser çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: "Çareseriya pirsgirêka Kurd bi statuyê pêk tê û ji bilî vê ti rêyeke din tune ye. Heta ku temenê me têr bike, dayik, ciwan û jin hebin, wê têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê û gelê Kurd bidome."
“Hesabên nû nekin”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî axaftinên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ên di derbarê asayîbûna rewşa siyasî ya Tirkiyeyê bi bîr xistin û got: “Ji bo yên ku di polîtîkaya derve û navxwe de li asayîbûnê digerin, em bi hev re, ji vê derê bang li wan bikin; amajeyên vê asayîbûnê nîşanî me bidin. Hesabên nû nekin. Dîrok jî şahid e ku ew hesabên nû yên ku hûn dikin, wê bi têkoşîna hebûnê ya Kurdan têk biçe.”
Piştî axaftinên berdevk û berpirsên DEM Partiyê û xwendina raporên malî û çalakiyan hilbijartin hat kirin.
Gulşen Ozer û Abbas Şahîn bûn hevserokên nû yên Şaxa DEM Partiyê ya Amedê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin