Demirtas: Îro ji girtîgehê diaxivim, we dît ku sibe wek deshilatdar biaxivim

19 July 2024 18:18 0 dîtin
Demirtas: Îro ji girtîgehê diaxivim, we dît ku sibe wek deshilatdar biaxivim

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edirneyê girtî ye û ji doza Kobaniyê zêdetirî 30 ceza bo wî hatiya sepandin, ji girtîgehê beşdarî danişîna dozeke heqaretê ya bo serokomar bû.

Demirtaş, di parastina xwe ya danişîna doza ku ji ber axaftinên wî yên berê li Dadgeha 14emîn Asliye ya Mersînê hat dîtin de got: “Îro ji girtîgehê diaxivim, we dît ku sibe wek deshilatdar biaxivim.”

Demirtaş gotiye, niha fatoreya girtina wan a di girtîgehê de gel dide û wiha pê de çûye:

“Dolar bilind dibe, enflasyon bilind dibe. Daraza ku bûye amûra deshilatdariyê aborî hilweşand. Ji bo Demirtaş û Kavala di hepsê de bimînin, xanenişîn her meh 22 hezar lîreyan didin. Karmend meaşekî didin. Bi gotineke din, em hepse bi berdêl radizin, pereyê wê jî hûn didin. Çima? Ji bo ev deshilatdarî bimîne.”

Demirtaş got: “Îro ji girtîgehê diaxivim, we dît ku sibe wek deshilatdar biaxivim” û diyar kir ku ew dê rojekê bibe deshilatdarê vî welatî, lê ew ê bi hesta tolvedanê tevnegere.