Kiliçdaroglu: Em ê Demirtas û Kavala ji girtîgehê derxin
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglû ragihandin, heger ew bibin desthilat ewdê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş û Karsaz û çalakvan Osman Kavala û tevahiya kesên ku zilm li wan hatiye kirin û di girtîgehê de ne berdin.
Serokê Giştî yê CHPê gotiye, hiştina hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş di girtîgehê de dijî yasayê ye û rexneyên li Demîrtaş têne girtin jî bê bingeh in.
Kiliçdaroglu li ser pirseke derbarê pirsa Kurd de got: “Yek ji pirsgirêkên sereke yên Tirkiyê pirsa Kurd e, cihê çareserkirina pirsa Kurd parlementoya Tirkiyê ye. Li derveyî parlementoya Tirkiyê çi cihekî din nikare vê pirsê çareser bike.”
Kiliçdaroglu daye xuyakirin, heger ew li Tirkiyê bibin desthelatdar ew dê Selahattin Demîrtaş û Osman Kavala û tevahiya kesên ku zilm li wan hatiye kirin û di girtîgehê de ne berdin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin