Kiliçdaroglu serdana Demirtas kir: Demirtas pêsengê siyaseta sivîl e

28 May 2024 17:39 0 dîtin
Kiliçdaroglu serdana Demirtas kir: Demirtas pêsengê siyaseta sivîl e

PeyamaKurd – Serokê berê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, îro 28ê Gulanê li Girtîgeha Edirne serdana Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş û şaredarê berê yê Diyarbakirê Selçûk Mizrakli kir.

Kiliçdaroglu piştî serdanê li ber deriyê girtîgehê daxuyanî da rojnamevanan û got, wî ligel Demirtaş hevdîtineke dirêj û berhemdar pêk anîye û anî ziman, “Birêz Demirtaş pêşengê siyaseta sivîl e. Dixwaze li Tirkiyê her kes di nav aramiyê de bijî. Siyaseta Tirkiye û cîhanê ji nêz ve dişopîne.”

Kiliçdaroglu diyar kir ku erka wan ew e zimanê nû yê siyasetê li Tirkiyê serdest bikin û her kes bikare ramanên xwe bi azadî derbire.

'Demirtaş li derve bûya wê bûyerên terorê nemana'

Di beşeke din a daxuyaniyên xwe de Kiliçdaroglu got, "Heke Demirtaş li derve bûya, wê pêşiya siyaseta sivîl bêhtir vebûya û bawerim wê bûyerên terorê jî nemana. Ji ber wê jî rast nabînim ku Demirtaş di hûndir de be.”

Hêjayî gotinê ye, ji ber Doza Kobaniyê 42 sal cezayê girtîgehê li Selahattîn Demirtaş hatiye birîn ku piştî wî cezayî Kiliçdaroglu cara yekem serdana wî li girtîgehê dike.