Demirtas kustina 13 dîlên operasyona Garê sermezar kir
PeyamaKurd - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatin Demîrtaş ku ji sala 2016an ve girtî ye, li ser kuştina 13 dîlên di destê PKKê de ku di dema operasyona Garê ya artêşa Tirkiyê li ser twitterê peyam belav kir.
Selahatin Demîrtaş, di peyama xwe de, li Garê kuştina 13 polîs û leşkerên dîlên di destê PKKê de şermezar kir û hevxemiya xwe ji bo kesûkarên wan kesan ragihand û got, ew ji ber vê bûyerê gelekî xemgîn e.
Demîrtaş operasyona artêşa Tirkiyê ya Garê jî wek şoveke siyasî binav kir û got, berpirsê trajediya ku di encama vê bûyerê de derketiye desthilat e û divê hesab bide û nabe HDP û opozisyon wek berpirsyar bên nîşandan.
Hevserokê Berê yê HDPê diyar kir, ya esil ew e ku mirov di her rewşê de li dijî tundî, çek û şer rawest e.
Hêjayî gotinê ye, desthiladariya Tirkiyê PKKê bi kuştina wan 13 dîlan di dema operasyona 10-14ê Sibatê ya Garê de tohmetbar dike û PKK jî vê yekê red dike ku dibêje, kampa êsîran hatiye bombebaran kirin û dema operasyonê ew kes ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin