Pentagon hûrgiliya operasyona kustina El-Qureysî kir

04 February 2022 01:44 0 dîtin
Pentagon hûrgiliya operasyona kustina El-Qureysî kir

PeyamaKurd – Berdevkê Pentagonê John Kirby li ser operasyona kuştina serokê DEAŞ ê Îbrahîm El Haşimi el Qureyşî axifî û bi hûrahî behsa operasypnê kir. John Kirby, ragihand ku El-Qureyşî di operasyonê de hatiye kuştin û nasnama wî bi şopa tiliyê wî û testa DNA yê hatiye tesbîtkirin.

Operasyon, ji aliyê hêzên taybet yên Amerîkayê de hatiye kirin û hûrahiya operasyonê hêdî hêdî diyar dibe. Kirby ragihand ku El-Qureyşî di serê operasyonê de, di avahiyê de di qata sêyemde bûye, pêre jina wî û 2 zarokên wî hebûne û xwe kuştiye. Di qata dûye de, cîgirê Qureyşî hebûye û pêre jina wî hebûye. Bi wan re zarokekî jî hatiye kuştin.

Kirby got ku 4 zarok û 4 sîvîl hatine kuştin lê dibe ku jimara kuştiyan zêdetir be. Di avahiyê de 10 sîvîlên din hebûne ku ji avahiye derketine û bi wan re zarok hebûne.

Kirby ragihand ku wan sîvîlan desteser nekirine û ji bo dahatûya wan şiroveyan nekir. Kirby li ser tesbîtkirina nasnama Qureyşî weha got:

“Me cesedê wî bi şopa tiliya wî û testa DNA yê kir. Me şopa tiliyê li sehayê kir û paşî me karibû testa DNA yê bikin. Operasyon bi mehan berê hat plankirin û ji bo operasyonên weha îstîxbarateka baş pêwiste.

Alîkariya rêxistina HSD ê çêbû. Lê operasyon tenê ji aliyê leşkerên Amerîkayê de hat kirin. Piştî operasyonê grûbekî nêzî avahiyê bû û leşkerên me li wan xistin. Ji ber weka dijmin hatin nasandin. Di pevçûnê de 2 kes hatin kuştin.”

Piştî operasyonê, tîmên parastina sîvîl di nav enkazan de xebat kiribûn û ragihandibûn di operasyonê de 6 zarok, 4 jin bi tevahî 13 kes hatine kuştin. Hêzên asayîşa cîh ragihandibûn ku di operasyonê de leşkerên Amerîkayê yekî sax girtine û wî bi xwe re birine.