McKenzie kêlî bi kêlî operasyona kustina Qureysî eskere kir: Roleke gelekî girîng a HSDê hebû

04 February 2022 19:35 0 dîtin
McKenzie kêlî bi kêlî operasyona kustina Qureysî eskere kir: Roleke gelekî girîng a HSDê hebû

PeyamaKurd - Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (Centcom) Kenneth McKenzie piştî operasyona artêşa Amerîkayê ya kuştina Xelîfeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî li Idlibê, kêlî bi kêlî hurgiliyên wê operasyonê parve kirin ku McKenzie di dema operasyonê de dibêje, roleke gelekî girîng a Hêzên Sûriya Demokratîk di vê operasyonê de hebû.

Kenneth F. McKenzie, ji Peymangeha Rojhilata Navîn a li Amerîkayê ku saziyeke `Think Tank` a lêkolînê ye re bi rêya Zoomê axivî û û got ku armanca êrîşa li ser Xelîfeyê DAIŞê li bakurê rojavayê Sûriyê li navçeyeke Idlibê, ji bo desteserkirina wî bû lê ne ji bo kuştina wî bû.

McKenzie dibêje, kesayetiya Ebû Îbrahîm gelek cuda bû ji Ebûbekir Bexdadî, “Bexdadî weke fîlosofekî bû di nav DAIŞê de, lê Ebû Îbrahîm na, ku ez wî wek Hacî Ebdullah bi nav dikim, wek Bexdadî nebû, ew zêdetir planderê operasyonan û birêveberê operasyonan bû.”

McKenzie kêlî bi kêlî hurgiliyê dema operasyonê jî wiha anîn ziman:

Hêzên Amerîkayê bi helîkopteran gihîştin cihê xweveşartina Xelîfeyê DAIŞê, ew di avahiyeke 3 qatî de bû, destpêkê hêzên Amerîkayê ew avahî dorpêç kirin.

Piştî dorpêçkirina wî cihî, hêzên Amerîkayê daxwaz kirin ku niştecihên avahiyê jê derkevin, şeş kesên ku şerker nebûne, ji qata yekem a avahiyê derketin û ew der terikandin.

Dema ku ew kes ji qata yekem derketin, teqînek di qata sêyem a avahiyê de çê bû, “teqîn ji wê mezintir bû ku kembera bombekirî bikare çê bike.”

Bi sedema wê teqînê, hemû kesên di qata sêyem de bûn, hatin kuştin. McKenzie dibêje, teqîn bi qasekî bihêz bû ku çend kes ji qata sêyem ve avêtin, di nav de Hacî Ebdullah ê xelîfeyê DAIŞê.

Xelîfeyê DAIŞê şer nekir û bersiva bangewaza Amerîkayê ya bo xweradestkirinê jî neda.

“Dixwazim tekez bikim Hacî Ebdullah şer nekir, wî xwe û hemû malbata xw bêyî şer kuşt, tevî ku me hewl da jê re bêjin ku xwe radest bike û me rêya rizgarbûnê jî pêşniyarî wî kir.”

Piştî qata yekem û teqîna li qata sêyem, hêzên Amerîkayê çûne nav qata duyem a avahiyê ji bo paqijkirina wê, dema gihîştin wê derê, du çekdaran gule berdane wan.

Du çekdar ku di nava zarokan de xwe veşartibûn, dest bi teqekirina li hêzên Amerîkayê kirin, di rûbirûbûnê de zarokekî canê xwe ji dest da, li gel herdu çekdaran.

Ew herdu çekdar, yek zilam bûye û yek jî jin bûye.

Piştî jinavbirina wê gefê, hêzên Amerîkayê çar zarok ji qata sêyem rizgar kirin, ku yek ji wan zarokek sava bû. Bi giştî jinek, zilamek û heşt zarok bi awayekî serkeftî ji avahiyê hatin rizgarkirin.

Dema hêzên Amerîkayê lêgerîn li qata duyem a avahiya Xelîfeyê DAIŞê dikirin, hejmarek çekdar ku têkiliya wan bi El Qaîde ya Sûriyê re hebû, bi çek ber bi hêzên Amerîkayê ve çûn.

Lê helêkopterên Amerîkayê li esman bûn û çavdêriya rewşê kirin. Bi kêmanî du ji wan çekdaran di rûbirûbûna çekdarî de ji aliyê helîkopterên Amerîkî ve hatin kuştin, ew jî bo berevanîkirina li hêzên Amerîkayê.

Hêza teqîna li qata sêyem, Ebû Îbrahîm avêtibû û hêzên Amerîkayê termê wî li derveyî avahiyê dîtin.

Hêzên Amerîkayê, termê emîrê DAIŞê li derveyî avahiyê dît, pencemor û kontrola DNAyê selmand ku ew Hacî Ebdullah e ango Qureyşî ye.

Li cihê bûyerê, 10 kes ku şerker nebûn û di avahiya Xelîeyê DAIŞê de bûn, hatin rizgarkirin, hêzên Amerîkî, piştî operasyonê, dema ji herêmê çûn, ew 10 kes jî li herêmê hiştin.

Bi texmînî, hejmara kesên di avahiyê de bûn, em di wê baweriyê de ne, mirina terorîst Hacî Ebdullah bû sedema herî kêm sê kesên ne şerker, ew jî 2 jin û zarokek, dibe kesên zêdetir jî li qata sêyem.

Dema em li cihê armancê bûn, pirsgirêkeke mezin ji bo helîkoptereke Amerîkayê çêbû, lê helîkopterê karî dakeve û tîm jê hatin veguhestin û helîkopter hat bicihiştin.

Paşê bi êrîşeke asmanî, ew helîkoptera hetibû hiştin, hat teqandin da ku em piştrast bin ku ti alaveke hesas li Sûriyê nemîne.

Ev operasyon, ji qonaxa plandanînê heta cîbicîkirinê, bi tenê ji aliyê Amerîkiyan ve nehatiye kirin, hevbeş û hevpeymanên me tê de beşdar bûn.

McKenzie tenê navê yek ji wan hevbeşan eşkere kir ku ew jî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) e.

McKenzie got: “Ez dixwazim pêzanînên xwe bigihînim pisporên me, qehremaniya hêzên Amerîkayê ku operasyon encam dan, li gel hevbeşên me yên cuda ku di erk û operasyonê de; plan danîn, piştevan bûn û cîbicî kirin.”

McKenzie tekez kir, “Ez dixwazim herwiha tekezî li ser piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk ên hevbeşên me yên li Sûriyê bikim, wan roleke gelek behadar hebû di serxistina wî karî de, tevî ku li gel hêzan li cihê hedefê nebûn.”

“Em bi kûrî xemgînin ji bo mirina her kesekî şerneker li cihê bûyerê, lê nîşan bi wê didim ku çekdarên DAIŞê rasterast û nerasterast berpirs bûn di jinavçûna hemû endamên malbatê di wê operasyonê de, ji ber karê tirsonek an jî hilbijartina şerê hêzên Amerîkayê li nêzikî kesên ku ne şerker bûn.”

Piraniya kesên neşerker ên li cihê bûyerê hatin rizgarkirin û hêzên Amerîkayê her derfetek bikar anîn ji bo rizgarkirina wan kesên li wir.

McKenzie li ser kuştina Ebû Îbrahîm got: “Mirina Hacî Ebdullah nîşaneke zelal e ku Amerîka pabend dibe bi dîtin û jinavbirina wan terorîstên planan datînin ku ziyanê bigihînin me. Em ranawestin jî di demekê de ku rêxistina wan li ser terorîzm û tundûtûjiya li dijî civaka navdewletî û Amrîkayê berdewam e.”

Herî dawî McKenzie daye xuyakirin, “Ev herwiha nîşanek e ji bo wan ku bi awayekî xelet propaganda dikirin, `Amerîka êdî pabend nîne bi asayişa wan navçeyên ku di berpirsyariya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê de ne`”