Demirtas, li ser gotina ‘bi çekên kîmyewî êrîsê ser PKK ê kirin’ bang kir
PeyamaKurd – Hevserokê HDP ê yê berê Selahattin Demirtaş li ser gotina ku li hemberê PKK ê çekên kîmyewî bikaranîne, bi peyamekî ragihand ku ‘ji bo rewşê tesbît bikin, divê heyetekî navdewletî here herêmê û lêkolînê bike. Divê şertên vêya bên temînkirin.’
Demirtaş li zîndana bajarê Edirneyê girtiye û di rêya parêzgerên xwe de îdîayên hatine gotin hîn bûye. Demirtaş di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:
“Parêzerên min ji min re gotin ku di ser medya civakî de dîmen hatine belavkirin ku li hemberê PKK ê çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Nabe ku meclisa Tirkiyê û muxalefet li hemberê van dîmenan bêdeng bimîne. Bêdengî erêkirina sûc e.
Sedem çi dibe bila bibe, bikaranîna çekên kîmyewî li seranserê dinyayê sûcekî girane. Berpirsê sûcekî weha aşkera, desthilata AKP-MHP ê ye ku di siyaseta xwe ya derve de sînor nasnake.
Bila kes ji bîra xwe dernexe ku bikaranîna çekên kîmyewî li hemberê mirovahiyê sûce û di vî sûcî de sînorê wext tineye.
Kesên van sûcan kirine, wê li hemberê daraza serbixwe teqez hesab bide.”
PKK ê ragihandibû ku di nav 2 mehên dawiyê de 17 endamên wan li Metîna, Zapê û Avaşîn bi çekên kîmyewî can dane. PKK didaxwyaniya xwe de nasname û dîmenên wan ragihandibû. Artêşa Tirkiyê di sala 2021an de 367 car bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bikaraniye û di van êrîşan de 46 endamên wan can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin