Dêrazor | 14 çekdarên Ereb xwe radestî HSDê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 14 çekdarên ku destên wan di bûyerên dawî yên li Dêrezorê de hebû, piştî banga Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û mohleta 15 rojan xwe radest kirin.
HSDê ragihandiye ku di çarçoveya lêborînê de, deriyê wan ji wan kesan re vekirî ye, ku vegerin û xwe radest bikin.
Hate diyarkirin ku doh 4ê Cotmehê 14 çekdarên din xwe radestî HSDê kirine ku destên wan di bûyerên Dêrezorê de hebûye.
Çekdarekekî xwe radest kiriye gotiye: “Em xelkên navçeya Dêrezorê, navçeya Zîban in. ;e li kêleka milîsên Îranî û rejîmê şer kir. Ew dixwazin deverê têk bidin. Em jî hatine rewşa xwe çareser û asayî bikin bi HSDyê re.
Çekdarekî din jî dibêje, “Em xelkên Dêrezorê ne û ji navçeyên rejîmê hatine. Me bi Hêzên Sûriyeya Dmokratîk re li hev kir. Tiştek nîne, serederiya hevalan baş e. Pêşî hate gotin ku şerê eşîran e lê derket ku fitneya rejîmê û hin dewletên din e."
Hêjayî bibîrxistinê ye, HSDê 28ê Îlonê ji çekdarên destên wan di bûyerên Dêrezorê de hebûn û reviyabûn xwestîbû heta 15 rojan (Heta 12ê Cotmehê) xwe radest bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin