Dêrik | Hejmara mirinên qezayê gihîst 21 kesan, cenazeyê 20 kesan hat rakirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama qezaya doh êvarê ya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ku frenê du TIRan teqiyabû û ajotibûn ser xelkê de, hejmara kesên can dane gihîştiye 21 kesan û cenazeyê 20 qurbaniyên qezayê jî îro Yekşemê bi axê hatiye spartin.
Doh Şemiyê danê êvarê TIReke gubre barkirî ya Fabrîkaya Eti Bakir a Cengiz Holding li du otomobîlan xistibû û qulibû bû. Piştî wê TIReke din a ji heman fabrikayê barkirî frenê wê teqiyabû û dabû nav cihê qezaya yekem ku xelk li dorê ji bo hawarê kom bûbû.
Di encama hatina TIRa duyem bi ser qelebalixê de jî bi dehan xelkê Dêrikê ketibûn ber TIRê û karesateke mirovî derketibû holê.
Li gorî zanyariyên dawî, hejmara mirinên qezayê gihîştiye 21 kesan û 25 birîndar jî li nexweşxaneyên Dêrik, Mêrdîn û Qoserê têne dermankirin.
Cenazeyên 17 kesan li Dêrikê, kesekî li navçeya Artuklu û yê kesekî din jî li Qoserê bi merasîmên dilşewat bi axê hatin spartin.
Şahidên bûyerê û xelkê Dêrikî piştî vê qezaya bûye sedema qetlîamê dixwazin demildest ew fabrîkaya Cengiz Holdingê were girtin û ji bilî qezayan karesata jehrkirinê ya bandora wê fabrîkayê jî bidawî bibe.
Li gorî daxuyaniyên fermî ajokarên herdu TIRên tevlî qezayê bûne hatine girtin û lêpirsîna ser bûyerê berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin