Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên bo mexdûrên erdhejê bênavber didomîne
PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ku piştî erdhejên 6ê Sibatê yên li Bakurê Kurdistanê, di kêliyên pêşî de bi hawara mexdûrên erdhejê de çû zêdetirî mehekê ye bênavber alîkariyên xwe ji bo mexdûrên erdhejê berdewam dike.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yên Riha, Semsûr, Dîlok, Hatay, Osmaniye, Mereş û herwiha li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê şandin û alîkariyan dewam dike. BCF li aliyekî çadiran ji bo ziyandîtiyên erdhejê vedide li aliyê din jî pêwîstiyên jiyanê li wan belav dike.
Herî dawî 4 TIRên din ên alîkariyên mirovî ku berhemên xurekê tê de bûn, derbasî Bakurê Kurdistanê bûn ku ji bilî cihên erdhejê li koçberên erdhejê yên li Silopiyê jî hatin belav kirin.
Hikûmeta Kurdistanê û BCF wekî erkeke mirovî ragihandine ku heta pêwîstî hebe, ew dê alîkariyên xwe yên ji bo mexdûrên erdhejê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin