Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî helmeta alîkariyê ji bo xelkê li çiyayê Singalê da destpêkirin
PeyamaKurd - Berpirsê ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) li Şingalê, Pîr Deyan Ceifer ragihand ku bi fermana serokê dezgehê ew ê çadir û xîvetên kevin yên awareyên çiyayê Şingalê biguherînin û yên nû bidin wan.
Pîr Deyan Ceifer da zanîn, ew çadirên han kevin bûne û çar sal in tê de dimînin û hejmara wan jî 526 çadir in.
Berpirsê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî got ku heta niha derdora 100 çadir hatine guhertin û ew li ser guherîna çadiran berdewam in û dê tevahiya çadiran nû bikin.
Pîr Deyan Ceifer da xuyakirin, ew piştevaniya cotkarên Şingalê jî dikin û got, “Me heta niha 20 xaniyên plastîkî ji bo cotkarên Şingalê çêkiriye da ku sûdê jê bibînin. Em li wargeha Bork ya Şingalê jî dibistanekê çêdikin. Niha şagird di çadirê de perwerdê dibînin. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi alîkariya saziyeke Almanî wê dibistanê çêdike.”
Berpirsê ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Şingalê behsa zarokên bê dê û bav jî kir û da zanîn, “Plana me heye em mûçe bidin wan zarokan. Niha rizamendî bo 28 zarokan hatiye dayîn. Em dê wan zarokan jî derman bikin ku ji ber teqîna mîn û bombên DAIŞê birîndar û kêmendam bûne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin