Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Semsûrê ji bo mexdûrên erdhejê kampên çadir ava dike

22 February 2023 20:04 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Semsûrê ji bo mexdûrên erdhejê kampên çadir ava dike

PeyamaKurd – Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ku ji 6ê Sibatê dema erdheja mezin a Mereşê ve li Bakurê Kurdistanê alîkariyên xwe berdewam dikin, li Semsûrê ji bo mexdûrên erdhejê kampên çadiran ava dikin.

Hat zanîn ku tîmên BCFê li 5 herêmên cuda yên bajarê Semsûrê ku ji ber erdhejê wêraniyeke mezin lê çêbûye, dest bi xebatên danîna kampên konan kirine û wê konên ku 25 hezar kes tê de bihewin deynin.

Tîmên BCFê 12 roj in li Semsûrê beşdarî xebatên rizgarkirin û rakirina kavilên avahiyan dibin û herwiha alîkariyê digihînin mexdûrên erdhejê.

Beşek ji tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî piştî bidawîbûna xebatên wan, ji bajarên Mereş û Dîlokê vegeriyabûn Herêma Kurdistanê ku hîn jî beşek ji tîmên BCFê li Bakurê Kurdistanê xebatên alîkariya mexdûrên erdhejê didomînin.