Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rapora alîkariyên erdhejê eskere kir

17 February 2023 18:26 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rapora alîkariyên erdhejê eskere kir

PeyamaKurd – Rapora Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ya derbarê alîkariyên erdhejê yên li Tirkiye-Bakurê Kurdistanê û Sûriye-Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin.

Di rapora nehem a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de hatiye diyarkirin ku alîkariyên ji 10 beşên cuda têne pêşkeşkirin û li herdu welatên Tirkiye û Sûriyê dabeşkirina alîkariyan berdewam dike.

Hat eşkerekirin, heta niha ji bilî sobe, betanî, xurekên bilez, alîkariyên bijîşkî, cilûberg, şîrê zarokan, ava vexwarinê, amûrên avahîsaziyê û xureka hişk, dezgehê 27 hezar û 900 danên xwarina amadekirî û 2 hezar û 537 kon li ziyandîtiyên felaketa erdhejê belav kirine.

Hêjayî gotinê ye, 6ê Sibatê du erdhejên mezin ên navenda wan Mereş a Bakurê Kurdistanê bû, tevî can dane bi deh hezaran kesan wêraniyeke mezin bi xwe re anî ku li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê-Tirkiyê û di serî de Efrîn li gelek bajarên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê karesateke mezin a mirovî rû da.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) yekemîn dezgeheke xêrxwaziyê bû ku roja ewil a erdhejê bi karwanên rizgarkirin û alîkariyê gihîşt Bakurê Kurdistanê û piştre jî derbasî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bûbû û hîn jî alîkariyên xwe li herêmên erdhejê dewam dike.