Di 2 salên Kabîneya Nehem de Wezareta Çandiniyê du gavên mezin avêtin
PeyamaKurd – Di nava 2 salên xebatên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Wezareta Çandiniyê du gavên mezin avêtin ku ji wan yekem gav damezrandina sê kargehên tovan bû ku rola wan a girîng di nehiştina derçûna sermayeya navxweyî bo bazara derve de heye, pêngava duyem jî pêkanîna komîteyeke tomarkirin û pesendkirina tovan ku pêngaveke nû û stratejîk û giring e ji bo lêkolîn û diyarkirina baştirîn tov ku hêsankariyê ji cotyar û kompaniyan re dike.
Hawirdekirina berhemên çandiniyê, di Kabîneya Nehem de hat sînordarkirin. Anîna berhemên li nav Herêma Kurdistanê têne berhemanîn, hat qedexekirin. Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin ji projeyên çandiniyê re hate dayîn û cîbicîkirina stratejiya hikûmetê ji bo pêşvebirina sektora çandiniyê, planên stratejîk hatine dariştin û pêngavên mezin ji bo vejandina sektora çandiniya navxwe hatine avêtin.
Birîkarê Wezareta Çandiniyê Kerîm Silêman ji K24ê re eşkere kiriye: “Her berhemek ku li nav Herêma Kurdistanê tê hilberîn, di dema çêbûna wan de hawirdekirina wan a ji welatên derve tê qedexekirin, da ku cotkar sûdê ji berhemên xwe bibînin. Bi giştî niha rewşa çandiniyê li Herêma Kurdistanê li gor salên borî, baştir e.”
Bazirganiya berhemên çandiniyê û anîna kelûpelan bi rêya deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, piraniya wan ji Îran û Tirkiyê ne, Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê yê li Wezareta Bazirganî ya Herêmê Newzad Şêx Kamil eşkere dike; piraniya kelûpelên ku hawirdeyî Herêma Kurdistanê têne kirin, di sektorên pîşesazî, derman, bijîşkî, ajal û xurek in, lê hinarde kêm e.
Herwiha Newzad Şêx Kamil destnîşan kiriye: “Di sala 2019an de, me zêdetirî 850 moletên bazirganiyê daye sektora çandiniyê ku ev amûrên çandiniyê, tov û hemû pêwîstiyên çandiniyê li xwe digre. Di sala 2020an de ji ber vîrusa Koronayê liv û tevgera bazirganiyê kêm bûye, loma îsal me 650 molet dane sektora çandiniyê.”
Berhemên çandiniyê yên ku ji derveyî Herêma Kurdistanê tên, %50 ji Îranê û %50 jî ji Tirkiye û welatên din tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin