"Kabîneya 9emîn di warê çandiniyê de serkeftinek mezin bi dest xist"
PeyamaKurd — Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî diyar kir ku nabe cotkarên Kurd bibin qurbaniyên nakokiyên siyasî.
Di merasima ku îro ji bo salvegera damezrandina kargeha Zomê hat lidarxistin de, Bêgerd Talebanî amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê gihîştiye qonaxekê ku gelek kargeh li deverên cuda hene.
Begerd Talebanî diyar kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi berdewamî piştevaniya wezaretên xwe dike, bi taybetî di warê pêşxistina berhemên navxweyî yên di warên sewalkarî û çandiniyê de û tekez jî li ser wê yekê kir ku kabîneya 9an di warê çandiniyê de serkeftinên mezin bi dest xistiye.
Wezîr Talebanî balkişand li ser wê yekê ku nabe cotkarên Kurd bibin qurbaniyên nakokiyên siyasî û got ku divê hikûmeta federal êdî îhmal li hilberîna navxwe ya cotkarên Kurd neke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin