Di 48 seetan de 17 kes mirin û 11 kes wenda ne

27 August 2024 23:00 0 dîtin
Di 48 seetan de 17 kes mirin û 11 kes wenda ne

PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaletên Gujarat û Rajasthanê di nav 48 seetan de bi sedema barana xwurt 17 kes mirin û 11 kes wenda ne. Kesên xaniyên wan xerabûn an zerarê dîtin an jiyana wan di talûkê de ye, dewlet wan şand deverên bi ewle. Ji ber baranê dibistanan jî 2 roj kirin tatîl.

Rayedarên eyaleta Gujaratê yên afetê ragihandin ku li dora 20 hezar kes bandorê ji baranê diye û 6 hezar kesan tehliye kirine deverên bi ewle.

Rêvebirên eyaletan bi sedema barana zêde bendavên hene, dibe di ser wan de av biqelibe û hişyariya lehiyê dan hemwelatiyan.