Di bombebarana ser Kampa Mexmûrê de jineke pîr birîndar bû

13 October 2023 17:16 0 dîtin
Di bombebarana ser Kampa Mexmûrê de jineke pîr birîndar bû

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Înê 13ê Cotmehê artêşa Tirkiyê bi balafira bêmirov derdara Kampa Mexmûrê ya ku penaberên ji Bakurê Kurdistanê lê dimînin bombebaran kir.

Li gorî ragihandina Qeymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed, di bombebarana ku li derdora 09:25ê beyaniyê hatiye kirin de, jineke 50 salî birîndar bûye.

Rizgar Mihemed li ser bombebaranê got, “Jineke 50 salî birîndar bûye û ev jin şêniya kampê ye.”

Tirkiyeyê 7ê Cotmehê jî bi hinceta hebûna PKKê Kampa Mexmûrê ya bi navê “Kampa Şehîd Rustem Cûdî” tê naskirin bombebaran kiribû û 3 kes di wê êrîşê de jî birîndar bûbûn.