Di êrîsan de 80 milyon dolar zirar li xetên elektrîkê yên li Xezzeyê hat kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên ku 33 roj in berdewam dikin li ser Şerîda Xezzeyê zirara sektora elektrîkê 80 milyon dolar e û korîdora ewlehiyê û herêma ewle ya ku Îsraîlê îdia dike tune ye.
Seroka Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezzeyê Selame Maruf di civîna çapemeniyê ya ku li dar xist de derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de agahî da.
Maruf got, hezar û 50 kesên ku ji bajarê Xezzeyê û herêmên wê yên bakur çûne başûrê Şerîda Xezeyê ya ku Îsraîl dibêje qaşo "ewle" ye, di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin.
Maruf destnîşan kir, hema hema nîvê kesên ku di êrîşên vê dawiyê yên Îsraîlê da mirine ji başûrê Xezzeyê ne, Maruf destnîşan kir ku korîdora ewlehiyê û herêma ewle ya Îsraîl îdia dike tune ye.
Derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser xizmetên tenduristiyê de jî Maruf diyar kir, 120 saziyên tenduristiyê bûne hedef, 18 nexweşxane û 40 navendên tenduristiyê ji xizmetê derketine û 45 ambûlans jî bêkar mane.
Maruf destnîşan kir, di êrîşên Îsraîlê da 10 hezar û 200 avahî ku bi tevahî 40 hezar niştecih pêk tê, wêran bûne û 222 hezar xanî jî zirar dîtine û wiha got: Di êrîşên Îsraîlê de avahiyên şaredariyê û şaxên bankayan jî hatin hilweşandin.
Maruf destnîşan kir, hejmara dibistanên ku di êrîşên Îsraîlê de zirar dîtine derket 238an, ji vana 60 ji xizmetê tune û got, 66 mizgeft bi temamî wêran bûne û 145 mizgeft û 145 dêr jî zirar dîtine.
Maruf da zanîn, xeta elektrîkê ya li Şerîda Xezzeyê zirareke mezin dîtiye û destnîşan kir, di asta voltaja nizm û navîn de 235 kîlometrî şebekeya elektrîkê zirar dîtiye.
Marûf diyar kir, baregehên 3 şîrketên elektrîkê hatine rûxandin û li gorî texmînên destpêkê 80 milyon dolar zirara elektrîkê ya li Xezzeyê bûye.
Maruf got, Îsraîl nexweşxane hedef girtin û wiha got: "Em behsa 900 hezar kesên li Xezze û herêmên bakur dijîn dikin ku wê ji lênerîna tenduristiyê bêpar bimînin û pergala tenduristiyê ya ku xizmetê bide wan tune be."
Marûf bal kişand ser wê yekê ku Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Netewên Yekgirtî bo Penaberên Felestînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) erkên xwe bi cih neaniye, amaje bi wan navçeyên ku wê kar û barên xwe li wan rawestandiye kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin