Koronayê 160 milyon dolar zirar daye aboriya Ûrmiyê

22 May 2020 13:53 0 dîtin
Koronayê 160 milyon dolar zirar daye aboriya Ûrmiyê

PeyamaKurd - Parêzgarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, belavbûna vîrusa koronayê heta niha 160 milyon dolaran, zirar gihîştiye aboriya vê parêzgehê.

Parêzgarê Urmiyê, Mihemed Mehdî Şehriyarî di 37mîn civîna komîteya rûbirûbûn û kontrolkirina nexweşiya koronayê ya parêzgeha Urmiyê de, ew zanyarî aşkere kirin û diyar kir, ku koronayê zirar gihandiye tevahiya sektorên pîşesazî, geştyarî, xizmetguzarî û çandiniyê yên parêzgehê.

Parêzgarê Urmiyê destnîşan kir, di rojên pêş de dê hejmarek çalakiyên aborî li parêzgehê bêne destpêkirin û got, nexweşiya koronayê hêj bi dawî nebûye û divê xelk guh bidin rênimayiyên tendirustiyê yên taybet bi rûbirûbûna vê nexweşiyê.

Li gor daney^nfermî, li parêzgeha Urmiyê heta niha 4 hezar û 243 kes bi vîrusa nû ya koronayê Covid-19 ketine, ku 199 kes ji wan canê xwe ji dest dane.

Herî dawî 150 haletên nû yên tûşbûna bi koronayê li parêzgeha Urmiyê hatiye tomarkirin.