Di kampa koçberan a Zaxo de sewat: 2 zarokan can da
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê agir bi kampa Çemişko ya li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ketiye.
Derbarê şewata li kampa Çemişko ya Zaxoyê de, Rêveberê Koç û Koçberan ê Duhokê Pîr Deyan Pîr Cafer da xuyakirin ku di şewatê de 2 zarokan can daye.
Hat zanîn ku agir hatiye vemirandin, lê ji ber duxana şewatê du zarokan can daye.
Kampa Çemişko di nav sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê de dimîne ku hejmarek zêde koçberan vedihewîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin